Content-Length: 226873 | pFad | https://ku.wikipedia.org/wiki/Michael_Jackson

Michael Jackson - Wîkîpediya Here naverokê

Michael Jackson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Michael Jackson
Michael Jackson
Michael Jackson (1988)
Jiyan
BernavThe King of Pop
Jidayikbûn29ê tebaxa 1958an
Gary, Indiana, DYA
Mirin25ê hezîrana 2009an (50 salî)
Los Angeles, Kalîforniya, DYA
Cureyê muzîkêPop
Hip-hop
Dîsko
Funk
R'n'B
Muzîka rock
Soul
Amûrvokal
Malpermichaeljackson.com
biguhêreBelge

Michael Joe Jackson (jdb. 29ê tebaxa 1958an li Gary, Indiana, DYA - m. 25ê hezîrana 2009an, li Holmby Hills, Los Angeles, Kalîforniya, DYA) yek ji mezintirîn stranbêjên muzîka pop ên amerîkî bû.

Jackson di 29ê tebaxa sala 1958an de li Gary, Indiana (aniha berbajarekî Şîkagoyê ye) ji dayîk bûye. Michael ji malbateke govanên Yehowa ya neh zarokan yê heftem bû. Wextê ew şeş salî bû bi birayên xwe Jackie, Tito, Marlon û Jermaine re li koma muzîkê ya bi navê The Jackson Five endam bûye, pişt re navê komê guhartin, bû The Jacksons.

Albûma wî ya solo ya pêşîn Off The Wall di sala 1979an de derket; di sala 1982an de albûma xwe bi navê Thriller derxist û 35 milyon sêlik firotin. Vîdeoklîpên vê albûmê hêjta bi nav û deng in û bi derketina Thriller di nav stêrkên herî navdar û serkevtî yên muzîka pop de ji xwe re cihek dît. Di sala 1987an de jî albûma Bad derket. Li ser hev di dirêjahiya kariyera xwe de 750 milyon sêlik firotine.









ApplySandwichStrip

pFad - (p)hone/(F)rame/(a)nonymizer/(d)eclutterfier!      Saves Data!


--- a PPN by Garber Painting Akron. With Image Size Reduction included!

Fetched URL: https://ku.wikipedia.org/wiki/Michael_Jackson

Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy