Here naverokê

keç

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keç keç
Îzafe keça keçên
Çemandî keçê keçan
Nîşandera çemandî keçê wan keçan
Bangkirin keçê keçino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keçek keçin
Îzafe keçeke keçine
Çemandî keçekê keçinan
Çend keç anku keçik (mane 1)

keç , k-ya nerm, ç-ya nerm

  1. Mirovên yên hê biçûk:
    keçek û kurek
    Du keçan dilîstin.
  2. (malbat) Zaroka ya kesekî:
    Wê sê keç hene.
    • Şêxê weko pênce hec bijarî
      Dîn kir te ji bo keça kufarî
      Nîlûfer nazperwerî kir
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • Bateyî di vê çarîneya xwe de navê keça xwe Asmîn bi kar tîne. Lewre Bateyî di gelek helbestên xwe de navê keçên xwe bi kar aniye. Bateyî, keça xwe wekî şepaleke ango şêreke mê dibine û her wiha keça xwe wekî zêran bûha dihesibîne. — (Di Helbestên Melayê Bateyî de Evîn û Hezkirin, Reşît Rojdar Yildiz, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi)
  3. Mirovên yên hê şûnekirî.
    Na, mêr nekiriye, hê keç e.

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji formek berê *kenç, *keniş, *kenij, ji zimanên îranî. Hevreha soranî کچ(kiç), soraniya erdelanî kenîşk, hewramî kina/kinaçê, zazakî keyna/kêna/keynek, gîlekî, teberî کجا(/kica/), farisiya navîn [Peyv?] (/kenîzeg/), sogdî kençîk (kenîg= jin), avestayî 𐬐𐬀𐬥𐬌𐬌𐬁(kaniiā), 𐬐𐬀𐬌𐬥𐬍𐬐𐬁‎(kainīkā), sanskrîtî कन्या (kenya), ji proto-îranî *kanyáH (/kenyeh/), ji proto-hindûîranî *kanyáH, ji proto-hindûewropî *kenyeh₂/*konyeh₂, ji *ken- (hilbûn, destpêkirin). Hevreha yekser a albanî qejzë, qyrë, qytë. Wateya pêşîn bakire bûye. qîz ne ji eynî rehê lê ji tirkî kız e. Nêzîkiya keç û kız tesedifî ye anku kız ne ji zimanekî îranî ye.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
pFad - Phonifier reborn

Pfad - The Proxy pFad of © 2024 Garber Painting. All rights reserved.

Note: This service is not intended for secure transactions such as banking, social media, email, or purchasing. Use at your own risk. We assume no liability whatsoever for broken pages.


Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy