Content-Length: 487969 | pFad | http://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%BBsya

Rûsya - Wîkîpediya Here naverokê

Rûsya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Российская Федерация Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûsya
Россия Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Reveal your own Russia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: State Anthem of the Russian Federation, Patrioticheskaya Pesnya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûsya li ser nexşeyê
Map
Paytext

66°25'Bk, 94°15'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê rûsî (census, 137.494.893, 2010)
  • Church Slavonic
  • Hill Mari
  • Khalkha Mongolian
  • Meadow Mari Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî super-presidential republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn (2012 Russian presidential election, 2018 Russian presidential election, 2024 Russian presidential election, Serokdewletê Rusyayê, 2012–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Mikhail Mishustin (Siyasetmedara/ê serbixwe, 2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 25 kanûna pêşîn 1991 (official name change, dissolution of the Soviet Union, dissolution of the Soviet Union) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 17.075.400 ±1 kîlometre çargoşe (2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 145.975.300 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +7
Malper
http://gov.ru/, http://gov.ru/index_en.html Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Rûsya an jî Federasyona Rûsyayê (bi rusî: Россия Rossija an jî bi fermî: Российская Федерация Rossijskaja Federatsija), welatekî Ewropaya Rojhilat e û Bakurê Asyayê ye ku ji aliyê erdnîgarî ve welatê herî mezin ê cîhanê ye ku di yazdeh deverên demjimêran de dirêj dibe û bi çardeh welatan re sinorên bejahiyê parve dike. Rûsya nehemîn welatê herî qelebalix ê cîhanê û welatê herî qerebalix ê Ewropayê ye. Rûsya welateke ku nifûsa welêt herî zêde bajarî ne ku li welêt 16 navendên ku nifûsa wan ji milyonek zêdetir e hene. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Moskowê ye. Saint Petersburg duyem bajarê herî mezin ê Rûsyayê ye û paytexta welêt ya çandî ye.

Slavên Rojhilat di navbera sedsalên 3em û 8em ên p.z. de wekê komeke naskirî li Ewropayê derketine holê. Yekem dewleta Slaviya Rojhilat, Kievan a Rusî' di sedsala 9an de derket holê û di sala 988an de jî Xirîstiyaniya Ortodoks a Împeratoriya Bîzansê ji aliyê wan ve hatiye qebûl kirin. Di dawiyê de Kievan a Rûs ji hev belav bûye û Dûkîtiya Mezin a Moskowê rêberiya yekbûna erdên Rûsyayê dike ku di sala 1547an de dibe sedema ragihandina Tsardoma Rûsyayê. Di destpêka sedsala 18an de Rûsya bi desteserkirin, pêvekirin û bi hewildanên kefişvan ên rûsî pir berfireh bûye ku di nav Împeratoriya Rûsyayê de pêş ketiye ku di dîrokê de wekê sêyem împeratoriya herî mezin dimîne. Lêbelê bi Şoreşa Rûsyayê di sala 1917an de desthilatdariya padîşahî ya Rûsyayê hatiye hilweşandin û di dawiyê de SFSR-ya Rûsyayê ku dewleta yekem a makezagonî ya sosyalîst a cîhanê bû hatiye cihê padişahîya rûsî.

Piştî Şerê Navxweyî ya Rûsyayê, SFSR ya Rûsyayê bi sê komarên din ên Sovyetê re Yekîtiya Sovyetê ava kiriye ku pêkhateyên herî mezin û sereke yê Yekîtiya Sovyetê bû. Di sala 1930an de Yekîtiya Sovyetê ku bibû sedema berdêla bi milyon jiyanan di pêşketina pîşesaziyeke bilez de bû. Piştre di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi pêşengiya hewildanên mezin li Eniya Rojhilat roleke diyarker ji bo hevalbendan lîstiye. Bi destpêkirina Şerê Sar re ji bo serdestiya îdeolojîk û bandora navneteweyî bi Dewletên Yekbûyî re dikeve nav hewlên hevberî yê. Serdema Sovyetê ya sedsala 20an hinek biserketinên teknolojîk ên Rûsyayê yên herî girîng têne dîtin ku di nav de yekem satelayta ku ji hêla mirovan ve hatiye çêkirin û yekem sefera mirovî ya li fezayê hatiye pêk anîn.

Di sala 1991ê de SFSR ya Rûsyayê bi rûxandina Yekîtiya Sovyetê re wekî Federasyona Rûsyayê hatiye damezrandin. Ji aliyê Federasyona Rusyayê ve destûreke nû hatiye qebûlkirin ku sîstema nîv-serokatiyê federal hatiye ava kirin. Ji destpêka sedsalê ve pergala siyasî ya Rûsyayê di bin serweriya Vladîmîr Pûtîn de ye ku welat di bin serweriya wî de paşveçûneke demokratîk werdigire û bûye dîktatoriyeke otorîter. Rûsya bi awayekî leşkerî tevlî gelek pevçûnên li hemberê dewletên sovyeta berê û welatên din bûye. Tevî şerê bi Gurcistanê ya sala 2008an de û şerê bi Ûkraynayê re ku ji sala 2014an de tevî Kirimê ku di sala 2014an de hatiye desteserkirin û çar herêmên din ên ku di sala 2022an de ji aliyê Rûsya ve hatiye dagirkirin şerê leşkerê berdewam dike.

Rûsya endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, endamê G20, SCO, BRICS, APEC, OSCE û WTO û dewleta endamê pêşeng a rêxistinên Post-Sovyet ên wekî CIS, CSTO û EAEU/EEU ye.

Navê Rûsya ji dewleta rusê hatiye wergirtin ku dewleteke serdema navîn e ku bi piranî slavên rojhilatî lê dijîn. Lêbelê navê Rûsya piştre girîngiya bidest dixe ku nerê welat pir caran ji hêla niştecîhên xwe ve wekî "Русская Земля" (Russkaya Zemlya, Erdê Rûsyayê) hatiye binav kirin. Ji bo ku welat ji dewletên din ên ku ji vî navî hatine zêdekirin, di dîroka nûjen de wekê Rûsyaya Kievan jî hatiye binavkirin.[1][2] Navê Rûs ji gelê rûs hatiye ku komeke varangiyan (dibe ku wîkîngên dwêdî hatiye) ku damezrînerên dewleta rûsî (Русь) bûn.

Navê Ruthenia ku forma latînî ya kevn a navê rûsî bû, ji bo herêmên rojava û başûr ên herêma Rûsyayê re ku bi piranî li tenişta Ewropaya Katolîk bûn hatiye binavkirin. Navê niha yê welat Россия (Rossiya) ji peyva yewnanî ya Rûsya (Rosia) tê ku forma yewnanî ya navê Rûsî û her weha bilêvkirina Împeratoriya Bîzansê ya Kievan a Rûsyayê ye.[3]

Dîroka despêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tevî çanda Afanasievo ya başûrê Sîbîryayê, belavbûna Serdema Bronz a bav û kalên şivaniyê yên Yamnaya Steppe ku di navbera 3300 û 1500 b.z. de belav bûne.

Yekem bicih bûna mirovî ya li Rûsyayê heya serdema Oldowan a destpêka Paleolîtîka Jêrîn diçe. Nêzîkî 2 milyon sal berê nûnerên Homo erectus koçî Nîvgirava Tamanê ya li başûrê Rûsyayê bûne.[4] Li Kafkasyaya Bakur amûrên kevirên heste yên ku dîroka amûran ji 1,5 milyon sal berê vedigere hatine dîtin.[5] Mînakên dîroka radyokarbonê yên ji şikefta Denisova ya li Çiyayên Altayê tê texmîn kirin ku mînakên herî kevn a Denisovayê ye ku 195-122.700 sal berê jiyaye. Di şikefta paşîn de fosîlên Denî ku hîbrîdek mirovî ya kevnar bû ku nîv Neandertal û nîv Denisovayî bûn û 90.000 sal berê jiyan kirine hatine dîtin.[6] Rûsya warê hinek ji Neandertalên dawîn ên ku 45.000 sal berê di şikefta Mezmaiskayayê de hatine dîtin bû.[7]

Yekem şopa mirovên nûjen a destpêkê li Rûsyayê ji 45.000 salên berê vedigere ku li rojavayê Sîbîryayê hatiye dîtin.[8] Vedîtina bermahiyên çandî yên bi giranî bermahiyên mirovên nûjen ên anatomîkî ye ku herî kêm 40.000 sal berê li Kostyonki–Borshchyovo û li Sungir ku dîroka wan vedigere 34.600 sal berê li rojavayê Rûsyayê hatiye dîtin.[9] Mirov herî kêm 40.000 sal berê li Mamontovaya Kuryayê gihîştine Rûsyaya Arktîk.[10] Nifûsên kevnar ên Ewrasyaya Bakur ên ji Sîbîryayê ji hêla genetîkî ve dişibin çanda Mal'ta–Buret û Afontova Gora ku beşdareke genetîkî ya girîng ên ji amerîkîyên xwemalî yên kevnar û Hunter-Gathererên rojhilatî bûn.[11]

Hîpoteza Kurgan a li herêma Volga-Dnieper li başûrê Rûsya û Ûkraynayê wekê urheimat ya Proto-Hind-Ewropiyan bi cih dike.[12] Koçberiyên destpêkê yên Hind û Ewropî yên ji pêngava Pontîk-Xezerê ya Ûkrayna û Rûsyayê, bav û kalên Yamnaya û zimanên Hind-Ewropî li deverên mezin ên Ewrasyayê belav kirine.[13][14] Pastoralîzma koçerî li deşta Pontîk-Kaspiyayê ku di serdema Kalkolîtîk de dest pê dike pêşketiye.[15] Bermahiyên van şaristaniyên deştan li cihên wekî Ipatovo, Sintashta, Arkaim û Pazyryk hatine kişfkirin ku di şer de şopên herî kevn ên hespan ên naskirî hene.[16] Çêbûna genetîkî ya axaftvanên malbata zimanên ûralî li bakurê Ewropayê bi koça ji Sîbîryayê ku bi kêmî ve 3500 sal berê dest pê kiribû, pêk hatiye.[17]

Di sedsalên 3em û 4em ên p.z. de padîşahiya Gothîk Oium li başûrê Rûsyayê hebû ku paşê ji aliyê hunan ve hatiye dagir kirin. Di navbera sedsalên 3em û 6em ên p.z. de Padîşahiya Bosporan ku sîyaseteke helenîstîkî bû ku li şûna kolonîyên yewnanî bi dest xistibû bi êrîşên koçeran ên ku ji alîyê qebîleyên şerker ên wekê hun û ewrasiyên Ewrasyayê ve dihatin birêvebirin, hatiye birîn.[18][19]

Bav û kalên rûsan di nav eşîrên slavî de ne ku ji Proto-Hind û Ewropiyan veqetiyane ku tê texmînkirin ev veqetandin 1500 sal berê li bakurê rojhilatê Ewropayê pêk hatiye.[20] Slavên Rojhilatî hêdî hêdî li rojavayê Rûsyayê (li navbera Moskoya nûjen û Saint-Petersburgê de) bi du pêlên koçberiyê de bi cih bûne. Pêleke koçberiyê ji Kîevê ber bi Sûzdal û Muromaya îro ve diçe û pêleke koçberî ya din jî ji Polotsk ber bi Novgorod û Rostovê ve diçe.[21] Beriya koçberiyê slaviyan li herêmê gelên Fînno-Ugrî jiyan kirine. Ji sedsala 7an û pê ve Slavên Rojhilatî yên ku koçê herêmê bûne Fînno-Ugriyên xwemalî hêdî hêdî hatine asîmîle kirin.[22][23]

Di sedsala 11an Rûsa Kîevan.

Damezrandina yekem dewletên Slavyaya Rojhilat di sedsala 9an de bi hatina varangiyan, bazirgan, şervan û niştecihên herêma Deryaya Baltîk re hevdem bû. Berî her tiştî ev vîkîngên ku bi eslê xwe skandînavî bûn ku ji rojhilatê Baltîkê bi rêyên avê ber bi Deryaya Reş û Deryaya Qezwînê ve hatibûn.[24] Li gorî Nestor Chronicle, varangên ji gelê Rûsyayê bi navê Rurîk di sala 862an de wekî hikumdarê Novgorodê hatiye hilbijartin. Di 882an de cîgirê wî Oleg ku berê bac dabû Xazaran, ji aliyê başûr ve derbas dibe û Kîevê zeft dike û Rûsa Kîevan ava dike. Oleg, kurê Rurik Igor û kurê Igor Svyatoslav I di pey re hemî eşîrên herêmî yên Slavyaya Rojhilat bi serweriya Kîevê ve hatine girêdan ku Desthilatdariya Xezerê hatiye hilweşandin û çend kampanyayên leşkerî li dijî Bîzans û Persiyan hatiye dest pê kirin.[25]

Ji sedsalên 10an heta sedsala 11an, Rûsa Kievan bûye yek ji mezintirîn û dewlemendtirîn welatên Ewropayê.[26] Di dema desthilatdariya Vladîmîrê Mezin (980-1015) û kurê wî Yaroslavê Aqilmend (1019-1054) de, Serdema Zêrîn a Kîevê hate ceribandin ku di wê demê de Xirîstiyaniya Ortodoks ji Bîzansê hatiye pejirandin û yekem qanûna nivîskî ya Slaviya Rojhilat bi navê Russkaya Pravda hatiye nivîsandin.

Di Serdema feodalîzmê û desentralîzasyonê de bi têkoşîna di navbera endamên Xanedaniya Rûrik de ku Rûs a Kîevan hikum dikir hatiye nîşankirin. Serdestiya Kievanê li bakur-rojhilat Vladimir-Suzdal, li bakur-rojava Komara Novgorod û li başûr-rojava Mîrektiya Galisiya-Volînyan kêm bû.

Di navbera salên 1237-40 de dagirkirina mongolan derba dawî li Rûs a Kîevan dixe û dibe sedema ku welat hilweşe û nîvê nifûsa xwe winda bike.[27] Piştê şêlandin û dagirkirina mongolan başûr û navenda Rûsyayê ji aliyê Tirk-Mongolan ve hatiye dagirkirin.

Di dawiyê de Galîsya-Volînya ku di nav Hevbeşiya Polonî-Lîtvanya de bûn Vladimir-Suzdal û Komara Novgorod, du herêmên li ser derûdora Kîevê, asîmîle dibin û ji bo neteweya nûjen a rûsan bingeh ava dikin.[28] Novgorod tevî Pskov di heyama desthilatdariya Mongolan de bi rêveberiyeke otonomî hatiye parastin ku bi giranî ji hovîtiyên mongolan ku bandorê li welatê mayî dike rizgar dibe.

Dukatiya Mezin a Moskowê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilweşîna Kievan Rûsî di dawiyê de şahidiya mezinbûna Dukaya Mezin a Moskowê ku di destpêkê de beşek ji Vladimir-Suzdalê bû dike.[29] Di dema ku hê jî di bin destê Mongol-Tataran de bû û bi lihevhatina wan, Moskow di destpêka sedsala 14an de dest bi bihêztir kirina bandora xwe yê li herêmê dike ku gav bi gav dibe hêza pêşeng "yekkirina axa Rûsyayê".[30][31] Dema ku kursiyê Metropolîtanê ya Dêra Ortodoks a Rûsyayê di sala 1325an de derbasê Moskowê dibe, bandora dêrê zêde bûye.[32] Hevrikê dawî yê Moskowê, Komara Novgorod, wekî navenda bazirganiya postê û bendera herî rojhilat a Yekitîya Hanseatîkê pêşveketin bidest xistiye.[33]

Bi rêberiya Mîrê Moskowê Dmitriy Donskoy artêşa yekbûyî ya mîrekiyên rûsî di şerê Kulikovoyê de ku di sala 1380an de diqewime li hemberê Mongol-Tataran serkevtineke girîng bidest dixe û Mongol-Tatar têk diçin.[34] Moskow hêdî hêdî duka xwe sereke û mîrektiyên derdorê, tevî erdên di destên hevrikên berê yên bihêz ên mîna Tver û Novgorod bidest dixe.[30]

Ivan III ("mezin") kontrola Hordeya Zêrîn avêt û tevahiya bakurê Rûsyayê di bin serweriya Moskowê de bihêztir dike û yekem hikumdarê rûsê bû ku sernavê "Dukaya mezin a hemî Rûsyayê" werdigire. Piştî dagirkirina Konstantînopolîsê ku di 1453an ji aliyê osmaniyan hatiye dagirkirin, Moskow îdîa kiriye ku bajêr nûnertiya mîrateya Împeratoriya Romaya Rojhilat wergirtiye. Ivan III bi Sophia Palaiologina ku biraziya împeratorê Bîzansê yê dawî Constantine XI bû dizewice û nîşana Eylo yê duserî ya Bîzansî di destpêkê de wekê nîşana xwe diyar dike û di dawiyê de jî wekê nîşana Rûsyayê diyar dike.[30] Vasily III di destpêka sedsala 16an de bi girêdana çend dewletên paşîn ên serbixwe yên Rûsyayê hemî Rûsyayê dike yek.[35]

Tsardoma Rûsyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ivan IV ji 1533an heta sala 1547an Tsardomê Mezin ê Moskowê bû.

Di geşedaniya ramanên Romaya Sêyemîn de, dukê mezin Ivan IV ("bi xof") di sala 1547an de bi fermî taca yekem tsar a Rûsyayê hate li xwe kiriye. Tsar zagoneke nû derdixe (Sudebnik ya 1550), yekem saziya nûnerê feodal a rûsî (Zemsky Sobor) ava dike, artêşê ji nû ve nû dike, bandora dîndaran asteng dike û rêveberiya herêmî ji nû ve birêxistin dike.[36] Di dema padîşahiya xwe yê dirêj de Ivan bi girêdana sê xanatên tataran, Kazan û Astraxan li ser Volga û Xanate Sibirê ku li başûrê rojavayê Sîbîryayê li erdê Rûsyayê zêde dike ku erdê Rûsyayê ya mezin ducaran berfireh dike.[37] Di dawiyê de, di dawiya sedsala 16an de Rûsya ber bi rojhilatê Çiyayê Uralê ve berfireh dibe.[38] Lêbelê Tsardom ji bo gihîştina beravên Baltik û bazirganiya deryayê ku Şerê Livoniyayê ya dirêj û neserketî li dijî hevbendiya Keyaniya Polonya û Dukatiya Mezin a Lîtvanya (paşê Yekîtiya polonî-lîtvanî ya yekbûyî), Keyaniya Swêdê û Danîmarka-Norwêcê dide destpêkirin qels dibe.[39] Tsardom bi vê qelisbûnê di sala 1572an de di şerê artêşeke dagirker a Tatarên Kirimê ya Şerê Molodî de bi tevahî têk diçe.[40]

Mirinên kurên Ivan di sala 1598an de dawiya xanedana Rurikên kevnar bi xwe re tîne û ligel birçîbûna karesatbar a salên 1601-1603an dibe sedema şerekî navxweyî, serweriya îdeakaran û destwerdana biyanî yn di dema tengasiyên destpêka sedsala 17an.[41] Hevbendiya Polonî-Lîtvanî, sûd werdigirt ku beşek ji Rûsyayê desteser dike ku heya paytexta Moskowê dirêj bûye.[42] Di sala 1612an de polonî neçar dimînin ku paşde vekişin. Piştê vekişîna poloniyan Rûsya ji hêla hêzên dilxwaz ên rûsî ve ku ji hêla bazirgan Kuzma Minin û prens Dmitriy Pozharsky ve dihatin birêvebirin hatiye parastin.[43] Xanedaniya Romanov di sala 1613an de bi biryara Zemskî Sobor derdikeve ser textê û welêt gav bi gav ji qeyranê xilas dibe.[44]

Rûsya di sedsala 17an de ku serdema Kozakan bû, mezinbûna axa xwe berdewam kiriye.[45] Di 1654an de rêberê Ûkraynayê, Bohdan Khmelnytsky, pêşniyar kiriye ku Ûkrayna di bin parastina tsarê Rûsyayê Alexis de be û qebûl kirina vê pêşniyarê dibe sedema şerê rûs û poloniyan. Di dawiyê de Ûkrayna li ser Dnieperê hatiye perçe kirin û beşa rojhilat (Ûkraynaya Çep û Kyîv) di bin serweriya Rûsyayê de dimîne.[46] Ber bi rojhilat ve kifşkirina bilez a rûsî û kolonîzekirina Sîbîryaya berfireh berdewam kiriye bi vê berfireh bûne re nêçîrvaniya postên ajalan û ji bo qiloçên fîlan, nêçîrvaniya fîlan kirine. Kaşîfên rûsî bi giranî li ser rêçên Çemê Sîbîryayê ber bi rojhilat ve çûye û di nîvê sedsala 17an de, li rojhilatê Sîbîryayê, li nîvgirava Chukchi, li kêleka çemê Amûrê û li peravên Okyanûsa Pasîfîk, wargehên rûsan hebûn.[45] Di 1648an de Semyon Dezhnyov bûye yekem kese ewropî ku ji Tengava Beringê derbas bûye.

Împeratoriya Rûsyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Berfirehbûna axa Rûsyayê ji dema serweriya Ivan IV heya mirina Peter I.

Di bin serweriya Petrûsê Mezin de li Rûsyayê di 1721ê de rêveberiya împeratoriyeke hate ragihandin û xwe wekî yek ji hêzên mezin ên ewropî destnîşan kiriye. Împeratoriya Rûsyayê ji 1682an heya 1725an hikum kiriye ku Petrûs di Şerê Mezin ê Bakur (1700-1721) de Swêdê têk dibe û gihîştina Rûsyayê ji bo derya û bazirganiya deryayê re peyda dike. Di sala 1703an de li ser Deryaya Baltîkê, Peter Saint Petersburg wekê paytexta nû ya Rûsyayê ava dike. Di tevahiya desthilatdariya wî de reformên berfireh hatine kirin ku bandorên çandî yên rojavayî yên girîng aniye Rûsyayê.[47] Catherine I (1725-1727), paşê Peter II (1727-1730) û Anna li cihê derbasî ser textê bûne. Di salên 1741-1762an de di dema serweriya qîza Petrûs I Elizabeth de Rûsya beşdarî Şerê Heft Salan (1756-1763) dibe. Di dema pevçûnê de leşkerên rûsî Prûsyaya Rojhilat dagir kirin û gihîştine bajarê Berlînê.[48] Lêbelê piştî mirina Elizabeth, ji aliyê Peter III ya Rûsyayê ve ku alîgirê Padîşahiya Prûsyayê bû hemî erdên dagirkirî ji bo Padîşahiya Prûsyayê hatiye vegerandin.[49]

Catherine II ("mezin") ku di salên 1762-1796an de hikum kiriye, serokatiya Serdema Ronakbîrî ya Rûsyayê kiriye. Wê kontrola siyasî ya rûsî li ser Hevbendiya Polonî-Lîtvanî berfireh kiriye û piraniya herêmên wê bi Rûsyayê ve girêdsye û Rûsyayê dike welatê herî qelebalix ê Ewropayê.[50] Li aliyê başûr piştî Şerên Rûs û Tirkan yên serketî yên li dijî Xanedaniya Osmanî, Katerîn sinorê Rûsyayê berbi Deryaya Reş ve bi pêş ve bir ku di vê demê de hilweşandina Xanatoya Kirimê pêk hatiye û Kirim beşdarî axa Rûsyayê bûye.[51] Di encama serketinên li ser Îrana Qacarî di dema şerê Rûs û Farisan de, di nîvê yekem a sedsala 19an de Rûsya Qefqasyayê jî zeft dike.[52] Paşê Catherine, kurê wê Pawlos, kesayeteke bêîstîqrar bû û bi giranî li ser pirsgirêkên hundurîn eleqedar bûye.[53] Piştê serweriya wî ya kurt, stratejiya Katerîn berdewam dibe ku Alexander I (1801–1825) di sala 1809an de Fînlendayê ji Swêd a qelsbûyî û di sala 1812an de Besarabiya jî ji osmaniyan hatiye stendin.[54][55] Di vê heyamê de li Amerîkaya Bakur, rûs bûne yekem ewropî ku gihîştine Alaskayê û Alaskayê kolonî kirine.[56] Di salên 1803-1806an de yekem gera rûsî ya cîhanê hatiye destpêkirin.[57] Di sala 1820an de, sefereke rûsî parzemîna Antarktîkayê kişf dike.[58]

Şoreşa rûsî û şerê navxweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Vladîmîr Lenîn di sala 1920an de li Moskowê diaxive.

Rûsya dema ku ji hevalbendên xwe yên Sê Antante veqetiyabû, di sala 1914an de beşdarî Şerê Cîhanê yê Yekem de ji bo bersivdayîna ragihandina şer ê ku Avusturya-Mecarîstanê li hemberê hevalbendê Rusyayê, Serbiya dabûn destpêkirin di çend eniyên de şer de beşdarî şer dibe.[59][60] Di sala 1916am de Êrîşa Brusilov ya Artêşa Rûsî ya Emperyal hema hema bi tevahî Artêşa Awistro-Mecarî hilweşand.[61] Lê belê ji ber zêdebûna lêçûnên şer, qurbaniyên zêde û gotegotên gendelî û xiyanetê zêde dibin, bêbaweriya giştî ya berê ya ji bo rejîmê kûrtir dibe. Ev hemî faktor ji bo Şoreşa Rûsyayê ya sala 1917an ku di du çalakiyên mezin de pêk hatiye dibe bingeh.[62]

Di destpêka sala 1917an de Nicholas II neçar dimîne ku ji texte were xwarê ku di encama de ew malbata xwe di dema Şerê Navxweyî yê Rûsyayê de hatine girtin û piştre jî hatine bidarvekirin.[63] Li cihê rêveberiya monarşiyê koalîsyoneke qelsê partiyên siyasî xwe hikûmeta demkî radigihîne û ji aliyê heman hikumetê ve Komara Rûsyayê hatiye ragihandin. Di 19 çileyê ya sala 1918an de Meclîsa Damezrîner a Rûsyayê, Rûsya komareke federal a demokratîk diyar dike û bi vî awayê biryara hikûmeta demkî qebûl dike.[64] Dotira rojê Meclîsa Damezrîner ji aliyê Komîteya Birêvebir a Navendî ya hemî Rûsyayê ve hatiye betalkirin.[62]

Saziyeke sosyalîst a alternatîv û Sovyeta Petrogradê bi hev re hebûn ku bi rêya meclîsên karker û gundiyan ên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin desthilatdariyê bi dest dixin ku wekê sovyet hatiye binavkirin. Desthilatdariya desthilatdarên nû li cihê ku qeyrana li welêt çareser bike, tenê krîza heyî ya li welêt girantir dike û di dawiyê de bi Şoreşa Oktobir a bi pêşengiya Bolşevîk Vladîmîr Lenîn hikûmeta demkî hatiye hilweşandin û desthilatdariya sovyetan dibe sedema avakirina yekemîn dewleta sosyalîst a cîhanê.[62] Şerê Navxweyî yê Rûsyayê di navbera Tevgera Spî ya antî-komûnîst û Bolşevîkan, Artêşa Sor de qewimiye.[65] Piştî îmzekirina Peymana Brest-Litovskê ku bi Hêzên Navendî yên Şerê Cîhanê yê Yekem re şer bi dawî anî; Rûsya Bolşevîst piraniya herêmên xwe yên rojava ku %34 ji nifûsê, %54 ji pîşesaziyê, %32 ji zeviyên xwe yên çandiniyê û bi qasî %90 ji kanên komirê dihewîne radest dike.[66]

Hêzên hevalbend ji bo piştgiriya hêzên dij-komunîst destwerdanek leşkerî ya neserkevtî didin destpêkirin. Di dawiya şerê navxweyî yê tund de, aborî û binesaziya Rûsyayê gelek zirar dibînin û bi qasî 10 milyon di şer de jiyana xwe ji dest didin ku piraniya wan sivîl bûn.[67] Bi molyonan mirov dibin koçberên spî û birçîbûna rûsî ya salên 1921–1922an de dibe sedema mirina pênc milyon mirovan.[68][69]

Yekîtiya Sovyetê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 30 kanûna sala 1922an de Lenîn û alîkarên wî be bi tevlîbûna komarên Belarûsya, Transkafkasya û Ûkraynayê Yekîtiya Sovyetê hatiye avakirin. Bi guhertinên sinorên navxweyî û pêvekirinên di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de yekîtiyek mezin ên ku ji 15 komaran pêk dihatin hatiye avakirin.

Piştî mirina Lenîn di sala 1924an de troykayeke (rêveberên Yekîtiya Sovyetê) hatiye destnîşankirin ku berpirsiyariya rêveberiyê werbigire. Di dawiyê de Joseph Stalin ku Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst bû hemî aliyên opozîsyonê ditepisîne û desthilatdariya xwe di destên xwe de kom dike û di salên 1930an de dibe rêveberê otorîter a welat. Leon Troçkî ku alîgirê sereke yê şoreşa cîhanê ye di sala 1929an de ji Yekîtiya Sovyetê hatiye sirgûnkirin û fikra Stalîn a Sosyalîzma Yek Welat dibe nêrîna fermî ya Yekîtiya Sovyetê. Berdewamiya têkoşîna navxweyî ya di nav partiya Bolşevîkan de bi "paqijiya mezin" derdikeve holê.

Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya topografî

Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norwêc (196 km) û Fînlenda (1.340km), Deryaya Sîbîryaya Rojhilat, welatên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Belarûs (959 km) û Ûkraynayê (1.576 km) re hene.

Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qefqasyayê sînorên xwe bi Gurcistan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazaxistanê re didom in. (6.846 km).

Li rojhilat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Mongolistanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhilata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotskê , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.

Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.

Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayiyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Polonya û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polonyayê (206 km) re hene.

Çemê Newa li Sankt Petersburgê

Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Volga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahiyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.

Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne: Volga, Kama (1.805 km yek ji milên Volga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên Volga), Ûral.

Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne: Newa, Volxov, Duna, Pregel, Memel, Don, Kuban

Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin: Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena, Indîgîrka.

Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin: Amur, Usûrî, Seya.

Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.

Çiyayê Rûsyayê yê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qefqasan dimê.

Li Rûsyayê gelheya 13 bajaran ji 1 mîlyon mirovî dibuhure:

  1. Moskowa (paytextê Federasyona Rûsyayê) - 11 612 943 mirov;
  2. Sankt Petersburg (berê, Leningrad) - 4 953 219 mirov;
  3. Novosîbîrsk – 1 498 921 mirov;
  4. Yêkaterînbûrg (berê Sverdlovsk) - 1 377 738 mirov;
  5. Nîjnî Novgorod (berê Gorkî) - 1 254 592 mirov);
  6. Samara — 1 169 184 mirov;
  7. Kazan — 1 161 308 mirov;
  8. Omsk — 1 156 583 mirov;
  9. Çêlabînsk — 1 143 458 mirov;
  10. Rostov-na-Donû — 1 096 448 mirov;
  11. Ûfa — 1 072 291 mirov;
  12. Volgograd (berê Stalîngrad) — 1 018 739 mirov;
  13. Perm — 1 000 672 mirov.

Demên/Saetên li Rûsyayê UTC+2 û UTC+3 û UTC+4 û UTC+5 û UTC+6 û UTC+7 û UTC+8 û UTC+9 û UTC+10 UTC+11 UTC+12 her kantonek bi demekiye.

  1. ^ "Russia | Etymology of the name Russia by etymonline". www.etymonline.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ "rus". The Free Dictionary.
  3. ^ Milner-Gulland, Robin (7 nîsan 2000). The Russians: The People of Europe (bi îngilîzî). Wiley. ISBN 978-0-631-21849-4.
  4. ^ Shchelinsky, V. E.; Gurova, M.; Tesakov, A. S.; Titov, V. V.; Frolov, P. D.; Simakova, A. N. (30 kanûna paşîn 2016). "The Early Pleistocene site of Kermek in western Ciscaucasia (southern Russia): Stratigraphy, biotic record and lithic industry (preliminary results)". Quaternary International. The first peopling of Europe and technological change during the Lower-Middle Pleistocene transition. 393: 51–69. doi:10.1016/j.quaint.2015.10.032. ISSN 1040-6182.
  5. ^ "Articles". web.archive.org. 20 gulan 2013. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  6. ^ "Wayback Machine". ro.uow.edu.au. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  7. ^ Ovchinnikov, Igor V.; Götherström, Anders; Romanova, Galina P.; Kharitonov, Vitaliy M.; Lidén, Kerstin; Goodwin, William (2000). "Molecular analysis of Neanderthal DNA from the northern Caucasus". Nature (bi îngilîzî). 404 (6777): 490–493. doi:10.1038/35006625. ISSN 1476-4687.
  8. ^ Fu, Qiaomei; Li, Heng; Moorjani, Priya; Jay, Flora; Slepchenko, Sergey M.; Bondarev, Aleksei A.; Johnson, Philip L. F.; Aximu-Petri, Ayinuer; Prüfer, Kay; de Filippo, Cesare; Meyer, Matthias; Zwyns, Nicolas; Salazar-García, Domingo C.; Kuzmin, Yaroslav V.; Keates, Susan G. (2014). "Genome sequence of a 45,000-year-old modern human from western Siberia". Nature (bi îngilîzî). 514 (7523): 445–449. doi:10.1038/nature13810. ISSN 0028-0836.
  9. ^ Sikora, Martin; Seguin-Orlando, Andaine; Sousa, Vitor C.; Albrechtsen, Anders; Korneliussen, Thorfinn; Ko, Amy; Rasmussen, Simon; Dupanloup, Isabelle; Nigst, Philip R.; Bosch, Marjolein D.; Renaud, Gabriel; Allentoft, Morten E.; Margaryan, Ashot; Vasilyev, Sergey V.; Veselovskaya, Elizaveta V. (3 çiriya paşîn 2017). "Ancient genomes show social and reproductive behavior of early Upper Paleolithic foragers". Science. 358 (6363): 659–662. doi:10.1126/science.aao1807.
  10. ^ Pavlov, Pavel; Svendsen, John Inge; Indrelid, Svein (2001). "Human presence in the European Arctic nearly 40,000 years ago". Nature (bi îngilîzî). 413 (6851): 64–67. doi:10.1038/35092552. ISSN 1476-4687.
  11. ^ Balter, Michael (25 çiriya pêşîn 2013). "Ancient DNA Links Native Americans With Europe". Science. 342 (6157): 409–410. doi:10.1126/science.342.6157.409.
  12. ^ Anthony, David W.; Ringe, Don (14 kanûna paşîn 2015). "The Indo-European Homeland from Linguistic and Archaeological Perspectives". Annual Review of Linguistics (bi îngilîzî). 1 (Volume 1, 2015): 199–219. doi:10.1146/annurev-linguist-030514-124812. ISSN 2333-9683.
  13. ^ Haak, Wolfgang; Lazaridis, Iosif; Patterson, Nick; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Llamas, Bastien; Brandt, Guido; Nordenfelt, Susanne; Harney, Eadaoin; Stewardson, Kristin; Fu, Qiaomei; Mittnik, Alissa; Bánffy, Eszter; Economou, Christos; Francken, Michael (2 adar 2015). "Massive migration from the steppe was a source for Indo-European languages in Europe". Nature (bi îngilîzî). 522 (7555): 207–211. doi:10.1038/nature14317. ISSN 0028-0836.
  14. ^ "Nomadic herders left a strong genetic mark on Europeans and Asians". www.science.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  15. ^ "The "Princess" of Ipatovo". web.archive.org. 10 hezîran 2008. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  16. ^ Drews, Robert (2004). Early riders: the beginnings of mounted warfare in Asia and Europe. New York: Routledge. ISBN 978-0-415-32624-7. OCLC 53021519.
  17. ^ Lamnidis, Thiseas C.; Majander, Kerttu; Jeong, Choongwon; Salmela, Elina; Wessman, Anna; Moiseyev, Vyacheslav; Khartanovich, Valery; Balanovsky, Oleg; Ongyerth, Matthias; Weihmann, Antje; Sajantila, Antti; Kelso, Janet; Pääbo, Svante; Onkamo, Päivi; Haak, Wolfgang (2018). "Ancient Fennoscandian genomes reveal origen and spread of Siberian ancestry in Europe". Nature Communications (bi îngilîzî). 9.
  18. ^ Turchin, Peter (2003). Historical dynamics: why states rise and fall. Princeton studies in complexity. Princeton: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-11669-3.
  19. ^ Tsetskhladze, Gocha R., edîtor (1998). The Greek colonisation of the Black Sea area: historical interpretation of archaeology. Historia. Einzelschriften (bi engger). Stuttgart: F. Steiner. ISBN 978-3-515-07302-8. OCLC 40844803.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  20. ^ Zhernakova, Daria V.; Brukhin, Vladimir; Malov, Sergey; Oleksyk, Taras K.; Koepfli, Klaus Peter; Zhuk, Anna; Dobrynin, Pavel; Kliver, Sergei; Cherkasov, Nikolay; Tamazian, Gaik; Rotkevich, Mikhail; Krasheninnikova, Ksenia; Evsyukov, Igor; Sidorov, Sviatoslav; Gorbunova, Anna (1 kanûna paşîn 2020). "Genome-wide sequence analyses of ethnic populations across Russia". Genomics. 112 (1): 442–458. doi:10.1016/j.ygeno.2019.03.007. ISSN 0888-7543.
  21. ^ Christian, David (2022). Inner Eurasia from prehistory to the Mongol Empire. A history of Russia, Central Asia and Mongolia (Çapa Réimpr. de l'éd. de 1998). Malden (Mass.): Blackwell. ISBN 978-0-631-20814-3.
  22. ^ "Russia - History". countrystudies.us. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2024.
  23. ^ McKitterick, Rosamond, edîtor (1995). The New Cambridge medieval history. Cambridge [England] ; New York, NY, USA: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-36291-7.
  24. ^ Obolensky, Dimitri (1994). Byzantium and the Slavs. Internet Archive. Crestwood, N.Y. : St. Vladimir's Seminary Press. ISBN 978-0-88141-008-2.
  25. ^ Blockmans, Wim; Hoppenbrouwers, Peter (2007). Introduction to medieval Europe, 300-1550. London ; New York: Routledge. ISBN 978-0-415-34699-3. OCLC 71322201.
  26. ^ "Technical Difficulties". www.state.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
  27. ^ Hamm, Michael F. (2014). Kiev: A Portrait, 1800-1917. Princeton, New Jersey: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-02585-8.
  28. ^ "Kievan Rus' and Mongol Periods". web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
  29. ^ "Russia : a country study | Library of Congress". www.loc.gov. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
  30. ^ a b c "Russia - Muscovy". countrystudies.us. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
  31. ^ Mackay, Angus (11 îlon 2002). Atlas of Medieval Europe (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-80693-5.
  32. ^ Gleason, Abbott, edîtor (2009). A companion to Russian history. Blackwell companions to world history. Chichester: Wiley-Blackwell. ISBN 978-1-4443-0842-6.
  33. ^ Anders, Holsgaard-Larsen; Corrie, Myburgh; Jan, Hartvigsen; Cuno, Rasmussen; Marianne, Hartvig; Kristian, Marstrand; Per, Aagaard (2010). "Standardized simulated palpation training--development of a palpation trainer and assessment of palpatory skills in experienced and inexperienced clinicians". Manual Therapy. 15 (3): 254–260. doi:10.1016/j.math.2010.01.003. ISSN 1532-2769. PMID 20171136.
  34. ^ "Russia - History". countrystudies.us. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
  35. ^ Anderson, M. S. (25 îlon 2014). The Origins of the Modern European State System, 1494-1618 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-89275-5.
  36. ^ "Russia - Muscovy". countrystudies.us. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  37. ^ Perrie, Maureen (1978). "The Popular Image of Ivan the Terrible". The Slavonic and East European Review. 56 (2): 275–286. ISSN 0037-6795.
  38. ^ Skryivnikov, R. G. (1 kanûna paşîn 1986). "Ermak's Siberian Expedition". Russian History (bi îngilîzî). 13 (1): 1–39. doi:10.1163/187633186X00016. ISSN 1876-3316.
  39. ^ Filyushkin, Alexander (23 adar 2016). "Conquest, Borders, Geopolitics". Russian History (bi rûsî). 43 (1): 1–21. doi:10.1163/18763316-04301004. ISSN 1876-3316.
  40. ^ Skrynnikov, R. G.; Williams, Paul (2016). Reign of terror: Ivan IV. Eurasian studies library : history, societies & cultures in Eurasia. Leiden ; Boston: Brill. ISBN 978-90-04-30400-0.
  41. ^ Dunning, Chester (1995). "Crisis, Conjuncture, and the Causes of the Time of Troubles". Harvard Ukrainian Studies. 19: 97–119. ISSN 0363-5570.
  42. ^ Wójcik, Zbigniew (1982). "Russian Endeavors for the Polish Crown in the Seventeenth Century". Slavic Review (bi îngilîzî). 41 (1): 59–72. doi:10.2307/2496635. ISSN 0037-6779.
  43. ^ Bogolitsyna, Anna; Pichler, Bernhard; Vendl, Alfred; Mikhailov, Alexander; Sizov, Boris (2009). "Investigation of the Brass Monument to Minin and Pozharsky, Red Square, Moscow". Studies in Conservation. 54 (1): 12–22. ISSN 0039-3630.
  44. ^ Orchard, G. Edward (1989). "The Election of Michael Romanov". The Slavonic and East European Review. 67 (3): 378–402. ISSN 0037-6795.
  45. ^ a b "The Russian Discovery of Siberia | Exploration | Articles and Essays | Meeting of Frontiers | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  46. ^ Frost, Robert I. (2014). The northern wars: war, state and society in northeastern Europe, 1558 - 1721. Modern wars in perspective. London New York: Routledge. ISBN 978-0-582-06429-4.
  47. ^ "Russia - Early Imperial Russia". countrystudies.us. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  48. ^ Kohn, Hans (1960). "Germany and Russia". Current History. 38 (221): 1–5. ISSN 0011-3530.
  49. ^ Raeff, Marc (1970). "The Domestic Policies of Peter III and his Overthrow". The American Historical Review. 75 (5): 1289–1310. doi:10.2307/1844479. ISSN 0002-8762.
  50. ^ Perkins, James Breck (1896). "The Partition of Poland". The American Historical Review. 2 (1): 76–92. doi:10.2307/1833615. ISSN 0002-8762.
  51. ^ Anderson, M. S. (1958). "The Great Powers and the Russian Annexation of the Crimea, 1783-4". The Slavonic and East European Review. 37 (88): 17–41. ISSN 0037-6795.
  52. ^ Behrooz, Maziar (2013). "Revisiting the Second Russo-Iranian War (1826–28): Causes and Perceptions". Iranian Studies (bi îngilîzî). 46 (3): 359–381. doi:10.1080/00210862.2012.758502. ISSN 0021-0862.
  53. ^ Ragsdale, Hugh (1983). "Russia, Prussia, and Europe in the Policy of Paul I". Jahrbücher für Geschichte Osteuropas. 31 (1): 81–118. ISSN 0021-4019.
  54. ^ "Finland". American Political Science Review (bi îngilîzî). 4 (3): 350–364. 1910. doi:10.2307/1945868. ISSN 1537-5943.
  55. ^ King, Charles (1993). "Moldova and the New Bessarabian Questions". The World Today. 49 (7): 135–139. ISSN 0043-9134.
  56. ^ "PBS - Harriman: History of Exploration". www.pbs.org. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  57. ^ McCartan, E. F. (1963). "The Long Voyages--Early Russian Circumnavigation". The Russian Review. 22 (1): 30–37. doi:10.2307/126593. ISSN 0036-0341.
  58. ^ "Who really discovered Antarctica? Depends who you ask". web.archive.org. 5 adar 2021. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  59. ^ Williamson, Samuel R. (1988). "The Origins of World War I". The Journal of Interdisciplinary History. 18 (4): 795–818. doi:10.2307/204825. ISSN 0022-1953.
  60. ^ Schmitt, Bernadotte E. (1924). "Triple Alliance and Triple Entente, 1902-1914". The American Historical Review. 29 (3): 449–473. doi:10.2307/1836520. ISSN 0002-8762.
  61. ^ Schindler, John (1 kanûna paşîn 2003). "Steamrollered in Galicia: The Austro-Hungarian Army and the Brusilov Offensive, 1916". War in History (bi îngilîzî). 10 (1): 27–59. doi:10.1191/0968344503wh260oa. ISSN 0968-3445.
  62. ^ a b c "Russia - Revolutions and Civil War". countrystudies.us. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  63. ^ Walsh, Edmund (1 adar 1928). "The Last Days of the Romanovs". The Atlantic (bi îngilîzî). ISSN 2151-9463. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  64. ^ Mosse, W. E. (1964). "Interlude: The Russian Provisional Government 1917". Soviet Studies. 15 (4): 408–419. ISSN 0038-5859.
  65. ^ Figes, Orlando (1990). "THE RED ARMY AND MASS MOBILIZATION DURING THE RUSSIAN CIVIL WAR 1918–1920". Past and Present (bi îngilîzî). 129 (1): 168–211. doi:10.1093/past/129.1.168. ISSN 0031-2746.
  66. ^ "From Tsar to U.S.S.R.: Russia's Chaotic Year of Revolution". web.archive.org. 15 nîsan 2021. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  67. ^ "Russian Civil War - Intervention, Allies, Bolsheviks | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.
  68. ^ Schaufuss, Tatiana (1 gulan 1939). "The White Russian Refugees". The ANNALS of the American Academy of Political and Social Science (bi îngilîzî). 203 (1): 45–54. doi:10.1177/000271623920300106. ISSN 0002-7162.
  69. ^ "ICRC | International Committee of the Red Cross". www.icrc.org. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]








ApplySandwichStrip

pFad - (p)hone/(F)rame/(a)nonymizer/(d)eclutterfier!      Saves Data!


--- a PPN by Garber Painting Akron. With Image Size Reduction included!

Fetched URL: http://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%BBsya

Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy