Content-Length: 192064 | pFad | http://ku.wikipedia.org/wiki/Sarayevo

Sarayevo - Wîkîpediya Here naverokê

Sarayevo

Sarayevo
Sarajevo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajar, bajarê mezin, city of Bosnia and Herzegovina û federal capital Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sarajevo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sarayevo li ser nexşeyê
Map
Sarayevo li ser nexşeya Bosniya û Herzegovîna nîşan dide
Sarayevo
Sarayevo
Koordînat: 43°51′23″Bk 18°24′47″Rh / 43.85639°Bk 18.41306°Rh / 43.85639; 18.41306
DewletBosniya û Herzegovîna, Komara Yûgoslavyayê ya Sosyalîst a Federal, Keyaniya Yûgoslavyayê, Independent State of Croatia, Keyaniya Yûgoslavyayê, State of Slovenes, Croats and Serbs, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Împeratoriya Osmanî, Austro-Hungarian rule in Bosnia and Herzegovina Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Sarajevo Canton (1996–)
  • Republic of Bosnia and Herzegovina (1992–1995)
  • Socialist Republic of Bosnia and Herzegovina (1945–1992) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Bosniya û Herzegovîna
  • Republika Srpska (de jure)
  • Federation of Bosnia and Herzegovina
  • Republic of Bosnia and Herzegovina
  • Bosnia Eyalet
  • Sarajevo Canton
  • Socialist Republic of Bosnia and Herzegovina
  • Ottoman Bosnia and Herzegovina Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1462 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarBenjamina Karić (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî141.5 km2 (546 sq mi)
Bilindahî
527 m (1729 ft)
Nifûs
275.524 (2013), 244.000 (1971), 350.000 (1996) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • Central European Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê033 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.sarajevo.ba/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Sarayevo (bi bosnî: Sarajevo; bi krilî: Сарајево) paytextê Bosniya û Herzegovîna, Federasyona Bosniya û Herzegovina ( Federacija Bosne i Hercegovine, FBiH), û Kantona Sarayevoyê e. Li bajêr 291.422 kês pêk têne û li valagehê mezin 555.000 kês in. Başûrê-rojhilata bajêr Istočno ji hêla îdariya Komara serbî de ye.

Di sala 1238/39an de li ser avakirina Katedrala Saint Peter di belgeya Padişahiya Kroatî û Mecarî Béla IV cara yekem behsa rûniştgeheke slavî ya bi navê Vrhbosna hatiye kirin.[1] Ji sala 1463an pê ve, bi destpêka desthilatdariya Osmanî ya di bin destê Isa-Beg Ishakoviç, bosnakî ku bû misilman, bajar berfireh bû. Di dawiya sedsala 15an de, walîyekî tirk li qiraxa Miljacka rûniştgeha xwe ava kir. Demek şûnda, bajarê Saraybosnû an Bosna Serai ku zû geş dibû, navê wê Sarayê (qesra tirkan) lê kirin. Têgeha Seraglio jî bi sarây an jî saray ova ya tirkî re têkildar e.[2]

Di Împeratoriya Osmanî de Sarajevo ji sala 1850an vir ve paytexta parêzgeha Bosniyayê bû. Di sala 1878an de bajar û tevahiya welêt ji hêla Monarşiya Awistirya-Mecaristanê ve hate dagirkirin.[1]

Di 28ê hezîrana 1914an de, bajar bû qada hewla kuştina arşdûk Franz Ferdinand û jina wî ya binav Sophie, ku yek ji sedemên sereke yên Şerê Cîhanê yê Yekem bû. Piştî sala 1918an, Sarajevo bi Bosniyayê re ket Keyaniya Serbî, Kroat û Slovenî.[3]

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, Bosniya beşek ji dewleta serbixwe ya Kroatya bû. Ji sala 1941 heta 6ê nîsana 1945, Villa Luburić li Sarajevoyê veguherî kampa înfaz û îdamê, ku tê de bi sedan Serb û Cihûyan ji aliyê Ûstaşayê faşîst ve hatin binçavkirin, îşkencekirin û kuştin.[3] Piştî hilweşîna dewleta Ustaşa û dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem, Sarajevo di sala 1945an de bû paytexta komara Bosniya û Herzegovîna ya di nav yekitiya Yûgoslavyayê de.[1]

Yek ji bûyerên herî girîng ên serdema Yûgoslavyayê Olîmpiyadên Zivistanê yên sala 1984an bû, ku li çiyayên derdora bajêr pêk hat û bala Sarajevoyê li seranserê cîhanê kişand.[4] Piştî ragihandina serxwebûnê piştî perçebûna Yugoslavyayê, Sarajevo bû paytexta dewleta serwer a Bosniya û Herzegovina. Demekî piştî ragihandina serxwebûnê, li Bosniyayê şerê sê salan dest pê kir.[5][4]

  1. ^ a b c academic.oup.com https://academic.oup.com/crawlprevention/governor?content=%2fpages%2fop-migration-welcome. Roja gihiştinê 7 îlon 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ Vacations, Insight (12 tîrmeh 2023). "The fascinating history of Sarajevo you'll discover with Local Expert Samra". Insight Vacations (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
  3. ^ a b "Muhamed Hadzijahic, Muslimanske Rezolucije 1941 | PDF". Scribd (bi almanî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
  4. ^ a b "Timeline: A short history of Sarajevo and region". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 25 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
  5. ^ kami (19 sibat 2015). "Tragic Sarajevo history". Kami and the Rest of the World (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]








ApplySandwichStrip

pFad - (p)hone/(F)rame/(a)nonymizer/(d)eclutterfier!      Saves Data!


--- a PPN by Garber Painting Akron. With Image Size Reduction included!

Fetched URL: http://ku.wikipedia.org/wiki/Sarayevo

Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy