Pêvek:soranî-kurmancî/w
Ev beş dê were berfirehkirin.
W w
[biguhêre]w 1) Gelek caran cihê 'v' ya kurmancî digire, wek: aw av, naw nav, bawk bav. 2) Di gelek biwaran de ciyê 'h' ya kurmancî digire, wek: wirç hirç, wişk hişk, ziwa zuha. 3) Di gelek waran de ciyê 'y' ya kurmancî digire, wek: bûwe bûye, kirdûwe kiriye.
wa (1) wisan, wilo, wer; wiha, hosa, usa
wa (2) wa! ev çi ye! çawan!
wate 1) ango, anku 2) wate, mane, me'ne
watewat galgal, galegot, behs û xeberên bê bingehên xurt
waz vekirî, vebûyî
waz lê hênan dest jê berdan, dev jê berdan, bes kirin, êdî nekirin
-we (1) -ye: bûwe bûye, çûwe çûye, dîwe dîtiye
-we (2) ve-: bikewe vebike, veke
wek, weku wekû wek, wekî, mîna, şibî, nola, fena
wekyekî wekhevî, yeksanî, wekyekî
wełam, welam, wellam bersiv, cab, cewab
westan rawestîn, sekinîn; xwe ragirtin
westandin rawestandin
-wê- 1) -xwaz-, -vê-: nayewê wî nevê, ew naxwaze
wilax dewar, hesp
-wim -me: bûwim bûme, çûwim çûme, helsawim rabûme
win hinda, wenda, berze, nediyar
winda hinda, wenda, berze, nediyar
wirç hirç
wişk hişk
wişyar hişyar, şiyar
wişyarî hişyarî
witar gotar; nivîsar, meqale, nivîs
witin gotin, behs kirin
witubêj, wituwêj gotûbêj, giftûgo, suhbet
wîst vîn, îrade
wîstin xwastin, viyan, xwestin
-wît -yî: (to) buwît (tu) bûyî, (to) çwwît (tu) çûyî, (to) helsawît (tu) rabûyî
-wt, -wt- Pirrî caran cihê -ft, -vt- ya kurmancî digire: hewt heft, kewtin keftin, ketin, zewt zeft, eşkewt şkeft
wu... binêre wi...