Here naverokê

karîn

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
karîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -kar-
RP.
Niha
ez dikarim
tu dikarî
ew dikare
em, hûn, ew dikarin
Fermanî Yekjimar bikare
Pirjimar bikarin
Rehê dema borî: -karî-
RP.
Boriya
sade
min karî
te karî
wê/wî karî
me, we, wan karî
Formên din: Tewandin:karîn
Ev kes dikarin tiştên giran hilgirin.

karîn lêkera xwerû, gerguhêz, k-ya nerm

  1. Hêz / taqet yan hinêr yan derfet / delîv yan zanîn hebûn bo kirina tiştekî.
    Hevmane: şiyan, tiwanîn
  2. qezenc kirin, jê birin, bi ser ketin:
    Di avjenîyê de min karî te.

Bikaranîn

[biguhêre]

Lêkerên "karîn/kanîn" (anku "şiyan", "hêz hebûn") û "zanîn" bi hin awayan ji lêkerên din yên kurmancî cuda ditewin. Bo nimûne di dema niha de di hin devokan de pêşqertafa "di-" nakeve pêşiya wan. Loma "ez di-kim, tu di-bêjî, ew di-xwe" lê "ez karim, tu zanî, ew kane" (li cihê "ez dikarim, tu dizanî, ew dikane").

Herwiha neyînîkirina wan ne bi "na-" ya giştî lê bi "ni-" ye: Loma "ez na-kim, tu na-çî, ew na-bêje" lê "ez ni-zanim, tu ni-karî, ew nikane".

Herwiha di rewşên din de jî hin cudahî hene. Ji hemû lêkerên din re di raweya şertî de (kondîsyonal yan subjunktîv) bi giştî lêker bi formûlaya "bi- + rehê dema niha + qertafa kesandinê ne": "ez bi-ç-im, tu bi-k-î, ew bi-bêj-e". Ev qaydeya giştî di hin devokan de dîsa li gel lêkerên "karîn/kanîn" û "zanîn" jî li kar e: "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e". Lê di hin devokan de jî ew bi formûlaya "rehê dema niha + -i- + -b- + qertafa kesandinê" tê çêkirin: "ez kar-i-b-im, tu zan-i-bî, ew kan-i-b-e". Di hin devokan de jî îcar ev herdu qayde di heman demê de tên bikaranîn: "ez bi-zan-i-b-im, tu bi-kar-i-bî".

Lê ji van awarteyiyan tenê "ni-" ya neyînîkirinê di kurmancî de di hemû devokan de awrte ye. Lê awarteyiyên din tenê di hin devokan de hene. Devokên din qeydeyên giştî bi kar tînin. Loma divê em di mesela "di-" de li gor qaydeya giştî biçin: "ez dikarim" ne "ez karim". Herwiha ji ber ku "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e" li gor qaydeya giştî ne û formên wek "ez zan-i-bim, tu kar-i-bî, ew kan-i-be" yan jî "ez bi-zan-i-bim, tu bi-kar-i-bî, ew bi-kar-i-be" awarte ne, divê em wek "bizanim, bikarî, bikane" tercih bikin.

Herwiha ev karibû bi teşeya raboriya dûr karîbû hemanî nayê lêvandin.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ermenî[çavkanî hewce ye] , bi ermeniya rojava կարնալ (karnal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karoġanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł, xurt, bihêz) ji կար (kar, hêz, îmkan). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem "r" û hem jî "n" heye loma di hin devokên kurmancî de "karîn" û di hinan de jî "kanîn" e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikayene, eşkayene, şayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha "-tiwan-") e ku hevreha توانستن(tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha "-tevan-" e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya îngilîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, "k" ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya "s" û di zimanên cermenî de jî "h". Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva "tevanisten" ya farisî nivîsiye: "kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî". Di rastiyê de li ber "karîn, -kan-, kanî" diviyabû ku "kurmancî" hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn / tüenisin e.

Peyva ermenî jî ji zimanekî gurcî-zanî wergirtiye[1], ji proto-gurcî-zanî *ḳar- (bestin), ji proto-kartvelî *ḳar- ku bûye lazî ო-კორ-უ (o-ḳor-u, bestin), mingrelî კჷრ-უ-ა (ḳər-u-a, bestin), gurcî კრვა (ḳrva)[2][3]... Ev dikare bê maneya ku ew peyveke substrat a hevpar e ku ketiye ermenî û hin zaravayên kurdî ji zimanên Qefqazî, lê ew nevebirî ye.

Herwiha bi zimanê pehlewanî hatiye qeydkirin ku lêkera kirin bo diyarkirina pêkaniya tiştek jî li kar bûye.[4]mînak: "framereg kird keran" = (ku min wê) bikariya bîroke bikim (framereg: bîroke - ji reha fremûşten/ji bîr kirin / kird: kir - dema bihûrî a sade / keran: bikim - kesê yekjimar ê 1. dema niha a bilanî). Di soranî de jî rrewşa pasîf a lêkera "کردن(kirdin)" wek hevwateya شیان(şyan, mimkin bûn) tê bikaranîn (wek "dekirêt rû bidat" = "tê kirin ku rû de" anku pêkan e ku rû de) an jî "deyekat" = ew wî dike/ew dikare... lê ne wek hevmaneya tiwanîn (karîn). Anku ne ku di zimanên îranî ên din de peyda nabe, nexasma di zimanên kurdî de.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karîn karîn
Îzafe karîna karînên
Çemandî karînê karînan
Nîşandera çemandî karînê wan karînan
Bangkirin karînê karînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karînek karînin
Îzafe karîneke karînine
Çemandî karînekê karîninan

karîn

  1. şiyan, taqet, hêz, qudret
    • Bi serketinê wî karîna xwe nîşan da.

Werger

[biguhêre]

Lêker 2

[biguhêre]

karîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. girîn
    Çêla zer ji birsan karî.

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. Ačaṙean, Hračʿeay (1973), “կռիւ”, in Hayerēn armatakan baṙaran [Armenian Etymological Dictionary] (in Armenian), volume II, 2nd edition, a reprint of the original 1926–1935 seven-volume edition, Yerevan: University Press, rûpel 671b http://www.nayiri.com/imagedDictionaryBrowser.jsp?dictionaryId=7&printPage=671&volume=2
  2. Klimov, G. A. (1998) Etymological Dictionary of the Kartvelian Languages (Trends in linguistics. Documentation; 16), New York, Berlin: Mouton de Gruyter, rûpel 86 https://archive.org/details/KlimovEtymological/Klimov?view=theater#page/n102/mode/1up
  3. Fähnrich, Heinz (2007) Kartwelisches Etymologisches Wörterbuch [Kartvelian Etymological Dictionary] (Handbuch der Orientalistik; VIII.18) (in German), Leiden, Boston: Brill, rûpel 222 https://archive.org/details/Fahnrich_2007/page/n221/mode/1up?view=theater
  4. Dictionary Of Manichean Middle Persian & Parthian by Durkin-Meisterernst, Desmond, rûpel 206, kr-, qr- Pa lkar-1 vtr. "to do, make'. Used as an auxiliary verb following a pp. in the 'potentialis', to indicate a possibility, eg MKG(726i fr'm](r)g kyrd kr'n "if- I could make (her) forgetful", https://archive.org/details/DictionaryOfMMP/page/n236/mode/1up?q=could
pFad - Phonifier reborn

Pfad - The Proxy pFad of © 2024 Garber Painting. All rights reserved.

Note: This service is not intended for secure transactions such as banking, social media, email, or purchasing. Use at your own risk. We assume no liability whatsoever for broken pages.


Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy