Xartûm
Xartûm
| |
---|---|
Bajar, bajarê mezin û federal capital | |
الخرطوم | |
Xartûm li ser nexşeyê | |
Koordînat: 15°36′11″Bk 32°31′35″Rh / 15.60306°Bk 32.52639°Rh | |
Dewlet | Sûdan |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Qada rûerdê | |
• Giştî | 30000 km2 (10.000 sq mi) |
Bilindahî | 382 m (1253 ft) |
Nifûs | 5.345.000 (2018) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xartûm (bi erebî: al-Chartūm) paytexta welatê Sûdan e.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar li kêleka Nîlê Spî û Nîlê Şîn e. Navê al-Chartūm, "kurmê fîlan", li ser çemê ev derê, ku li girava Tutî ye tê hesibandin.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nifûsa bajara Xartûmê 2,7 milyon niştecîh e û 8,363,915 niştecîh (hejmar 2007) di kombûna bi navçeyên Omdurman û El-Xartûm Bahriyê re hene. Bi wê ra jî, Xartûm bajarê herî mezin a pençêmîn gorî kombûna nifûsê de ye. Li gorî hesabên sala 2012an, yekîneya îdarî ya Xartûmê 5,827,729 nîştecîh jimartin da.[1]
pêşveçûna nifûsê:
Sal | niştecîh[2] | |
---|---|---|
Bajar | Kombûn bi navçe | |
1907 | 69,349 | |
1956 | 93,100 | 245,800 |
1973 (serjimarî) | 333,906 | 748.300 |
1983 (serjimarî) | 476,218 | 1,340,646 |
1993 (serjimarî) | 947,483 | 2,919,773 |
2007 (hesabkirin) | 2,207,794 | 8,363,915 |
2012 (hesabkirin) | 2,682,431 |
Ji ber koçberiya gundewarî û bi gelemperî mezinbûna nifûsa li welêt, kombûna Xartûmê bi lez berfireh dibe. Ji bo sala 2050an, nifûsa 16 milyon niştecîh li herêma metropolê û ji bo 2100an jî 57 mîlyon niştecîhan tê pêşbînîkirin.[3]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xartûm di sala 1820an de ji aliyê Misiriyan ve di bin serokatiya Mihemed Elî (ku bi eslê xwe kurd bû)[4] de weke kampeke leşkerî hatiye avakirin. Şêniyên herêmê zû li wir bi cih bûn da ku bazirganiya bi Misriyan re zêde bikin.[5]
Di salên 1970 û 1980 de, Xartûm bû cihê bi sed hezaran penaberên ku ji pevçûnên li Çad, Etiyopya û Uganda digeriyan. Wan penaberan li zozanên mezin ên li derûdora bajêr bi cih bûne. Ji sala 1983an vir ve, ji ber şerê nû yê veqetîna Sûdana başûr û şerê Darfûrê, gelek kesên ji Sûdanê bi xwe jî koçber bûne.
Di 20ê Tebaxa 1998an de rêveberiya Clinton a Amerîkî fermana bombekirina kargeha dermanên Aş Şîfa ya li derûdora bajarê El Xatûm Behrî da, ji ber ku guman hebû ku pêkhateyên çekên kîmyewî li wir têne hilberandin.[6]
Di Nîsana 2023 de, şerekî giran li Xartûmê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez, paramîlîterekî ku ji aliya serokatiya Cîgirê Mihemed Hamdan Daglo re şêr dijî hikûmetê kirin.[7]
Kalîteya jiyanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di rêzbendek ji sala 2018an ji bajarên dinyayê ji bo hêla kalîteya jiyanê ve, di nav 231 bajarên ku hatin lêkolîn kirin, Xartûm di rêza 227an de bi cih girt.[8]
Binesazî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Balafirgeha Xartûmê
- Pir: Pira Al Mak Nimr, Pira Omdurman ya kevinar, Pira An Nil el Azraq, Pira Kubir, Pira Tutî
- Stadyûma Xartûmê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Statitics of Sudan's Capital metropoly". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "World Gazetteer: Sudan - die wichtigsten Städte". web.archive.org. 30 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 îlon 2007. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Africa at the year 2100" (PDF).
- ^ "Welcome to Kurdistan Boards-Muhammad Ali Dynasty of Egypt and Sudan is a Kurd". Welcome to Kurdistan Boards (bi îngilîziya brîtanî). 4 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
- ^ Robinson, Arthur E. (1925). "The Conquest of the Sudan by the Wali of Egypt, Muhammad Ali Pasha, 1820-1824". Journal of the Royal African Society. 25 (97): 47–58. ISSN 0368-4016.
- ^ "The Nonproliferation Review: Chemical Weapons in the Sudan: Allegations and Evidence". ciaotest.cc.columbia.edu. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
- ^ "Sudan: EU-Botschafter in seiner eigenen Residenz angegriffen". FAZ.NET (bi almanî). 17 nîsan 2023. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
- ^ "Redirecting..." mobilityexchange.mercer.com. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: Çavkanî sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)