Zarok
Zarok bi awayekê gelek giştî ji dûnde anko têşikê mirovan ra dihêt gotin. Lê reng e bi ramaneka dî ji her mirovekî ra ko hêşta negehiştbit jiyê (temenê) gehiştinê anko balixbûnê bihêt gotin. Zaro di zimanê Kurdî da bi ramaneka dî jî dihêt bikaranîn: li beranberî peyva daybaban. Bi vê ramanê mirovên balix û gehiştî jî her zaroyên daybabên xwe dimînin.
Pênaseya Qanûnî ya Zaroyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêkkevtina Mafên Zaroyan wiha pênaseya zaroyî dikit: “her mirovekê/a jiyê wî/ê ji 18 salan kêmtir bit, meger li goreyê qanûnê zelamînî berî hingî dest pêbikit, zaro ye”.
Werar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Werara Zaroyî xwîndin an sehkirina pêşdaçûn û mêkanîzmên eleqedar bi wê pêvajoyê ne ko zaroyek pêda diçit heta dibit zelamek. Zaropizişkî anko pediatrics tayekê pizişkiyê ye ko xemê ji saxlemî ya zaroan dixwerit. Kesên ko zaropizişkî sexbêriya wan dikit ew in yên ko hêşta di malzarî ya dayka xwe da ne heta jiyê piştî sinêleyiyê (jiyên 0-20 salîyê).
Zaravên anko termên ko jibo qonaxên werara zaroyan dihên bikaranîn li xwarê hatine rêzkirin. Jiyên ko hatine diyarkirin tenê jiyên bi teqrîb in û sînorên dinavbera qonaxên cidacida da li goreyê kultur û deman dihêt guhartin.
- Hêlik, dema cotbûna hêlkoka jinê bi tovikê mêrî ye.
- Vernîk anko sorîlank anko cenîn (bi Inglîzî fetus anko embryo).
- Bûn anko jidaykbûn:
- şîrxwer (jiyê 0-1.5 salî)
- nûzayî 28 rojên destpêka jiyanê piştî jidaykbînê.
- nûpêgirtî (jiyê 1.5-4 salî)
- Qonaxa dibistana destpêkî (jiyê 4-10 salî)
- Berîsinelyî (jiyê 10-12 salî)
- şîrxwer (jiyê 0-1.5 salî)
- Sinêleyî û gehiştin anko balixbûn (jiyê 13-18 salî)
- Gencî (jiyê 18-25 salî)
- Zelamînî (reng e ev qonax ji jiyê 18-20 saliyê destpê bikit)
- zelamîniya destpêk (jiyê 20-32 salî)
- navsalî (jiyê 33-54 salî)
- Pîrî (jiyê 55 salî û pêhel)
- Mirin (li her jîyekî mumkîn e)
Wêneyên zarokan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Zarokek ji Qorixçî
-
Zarokek Ji Eskîfê
-
Zarokek ji Bismil
-
Zarokek Ji Malabadê
-
Ji Batmanê
-
Ji Mêrdînê