Zimanên germanî
Zimanên germanî | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zimanên germanî yek ji şaxên malbata zimanên hind û ewropî ye. Ew bi endamên xweyê 15 zimanan nêzî 500 mîlon zimanaxivên wek zikmakî, 700 milyonan jî wek zimanê duyem nav xwe de dihewirîne. Yek ji sedema herî girînga cihêbûna wan zimanan Guhêrîna Dengan a Pêşîn (bi almanî: Erste Lautverschiebung) e.
Zimanên germanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îro heşt zimanên germaniyên ku axivên xwe ser milyonekî re ne hene.
- Îngilîzî Ew zimanê germanî ku li dinê herî belav bûyî ye. 340 milyon wek zimanê zikmekî û ser 180 milyon kes re jî wek zimanê duyem an jî sêyem diaxivin.
- Almanî nêzî 100 milyon kes wek zimanê zikmakî, ji hêlê ser 80 milyon kes re jî wek zimanê duyêm tê axaftin.
- Holendî (22 milyon)
- Swêdî (9 milyon)
- Afrikaans (6 milyon)
- Danîmarkî (5,5 milyon)
- Norwêcî (5 milyon) (bokmål û nynorsk)
- Yîdîş (3 milyon)
Şitlên zimanê germaniyê rohelat-bakur û roava
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên germanî nav xwe de wek Roava, Bakur û Rohelat tên par vekirin. Îro erdnîgarî sînorê zimanên bakur û roava sînora Almanya û Danîmarka tê ditîn. Lê dîsa jî navbera wan her du şitlan de sînoreka eşkereyî tune ye û ew zimanan careke re, di cih de wernagerine zimanên şitlê din.
Zimanên di şitlê zimanên germanî yên roava de wiha ne: almanî, yîdî, luksembûrgî, pensîlwanî, holendî, afrîkaans, îngilîzî û frîzî.
Swêdî, danîmarkî, norwêcî, feroeyî û îslendî.
Zimanên vê şitlê îro bi temamî mirine û li holê rabûne. zimanê gotî yek ji zimanên vê şitlê bûn.
Parvekirina zimanên germanî yên îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaxa zimanên germanî îro xwediyê 14 zimanên ku ji hêla 500 milyon kes têne axaftin. Ewna gorî nêzikbûna xwe wiha têne parvekirin:
- Germanî 14 ziman bi dorî 490 milyon axivên xwe
- Germaniya rojava
- Almanî-holendî
- Almanî
- Almanî (100 milyon zikmakî; 180 milyon duyem)
- Yîdîş (3 milyon)
- Luksembûrgî (300.000)
- Pensîlwanî (100.000)
- Plautdietsch (Almaniya deşt) (500.000)
- Holendî
- Holendî (22 milyon) (V holendî, flamî)
- Afrikaans (6 milyon zikmakî; 10 milyon zimanê duyem)
- Almanî
- Anglo-frîzî
- Frîzî (720.000)
- Înglîzî (340 milyon; 510 milyon zimanê duyem)
- Almanî-holendî
- Germaniya bakur
- Skandînavî
- Danîmarkî (5,5 milyon)
- Swêdî (9 milyon)
- Norwêcî (5 milyon) (bokmål û nynorsk)
- Îslendî-feroeyî
- Îslendî (250.000)
- Feroeyî (65.000)
- Skandînavî
- Germaniya rojhilat (mirine)
- Germaniya rojava
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |